Bi dirûşma “Jin jiyan e, jiyanê nekujin” jinên bajarê Minbicê bi erebeyan xwepêşandek li dar xist.
Endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, rêxistinên civata sivîl û saziyên jinan tevlî meşê bûn.
Meş ji pêşiya parka Şehîd Hevrîn Xelef a rojhilatê bajêr dest pê kir û ber bi qada giştî ya li navenda bajêr dewam kir.
Li wir daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: Zihniyeta ku Jîna Emînî qetil kiriye heman zihniyeta ku Hevrîn Xelef û Zehra Birkil qetil kiriye.
Her wiha roja sêşemê jî dagirkeriya Tirk bi rêya balafira bêmirov a biçek Zeyneb Mihemed armanc kir.
Divê rêxistinên mafên mirovan, NY’yê û dadgehên navneteweyî tedbîrên pêwîst ji bo bidawîkirina mîna van sûcan bigirin.
Jinan di dawiya daxuyaniye xwe de berxwedana tevahî jinên Îran û cîhanê silav kirin û soz dan ku ew ê rêya wan bişopînin heta ku armancên wan pêk bînin û têkoşîna wan dewam bikin.



