Li herêma Bêçek Şer-2 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyek hatin kuştin

Li aliyê Idlibê rewşa xirabtir e.

2 leşkerên hikumeta Şamê li xetên şer yên Lazqiyê û Idlibê ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin.

Çeteyekî koma Heyet Tehrîr El-Şam jî di topbaran hêzên hikumetê de li çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlbiê hate kuştin.

Xwepêşandanên li Siwêdayê di roja 85.de didome

Li aliyê din xwepêşandanên li Siwêdayê di roja 85’an de dewam dikin.

Xwepêşandêran weke her roj li qada El-Kerama kom bûn û mêtingek girseyî li dar xistin.L

Beşdaran daxwaza xweseriya Siwêdayê û Sûriyekeke ne-navendî kirin.

Her wiha beşdaran teqez kirin ku ew ê heta daxwazên wan bi cih werin, wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Xwepêşandanên li Siwêdayê didomin

Back to top button