Helebê-Festîvala Şehîd Stêrvan hate lidarxistin

Bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî serbixe Azadî” îro li bajarê Helebê Çaremîn Festîvala Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan hate lidarxistin.

Festîvala Şehîd Stêrvan bi deqeyek rêzgirtinê hate despêkirin.

Ev Festîval dê du rojan berdewam bike, roja 1 wê ji bo çalakiyên werzişî be, roja duyemîn jî wê çand û wêjeyî be.

Di roja yekem ya festîvalê de pêşbirkên futbol, pêşbirka bisîkletê, şetrenc û bîngbon hatin lidarxistin.

Piştre Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Reşa Melhem li ser girîngiya vekirina festîvalê ji bo jinên ciwan axivî.

Festîvala Şehîd Stêrvan ev 4 salin ji aliyê Jinên Ciwan ve bi armanca xurtkirina ciwana di milê werzîş, çand, huner û wêjeyê de li hêma Bakur û Rojhelatê Sûryê tê li darxistin.

Back to top button