şerê Îsraîl û Hemas: 34 roj

Îsraîl li nava Xezayê ber bi armancên xwe ve diçe.
Li nava Xezaya wêranbûyî, tank û leşkerên Îsraîlê li çekdarên Hemasê digere.
Rêveberiya Xezayê ragihand ku di nava 3 rojan de, Îsraîlê tevî nexweşxaneya herî mezin ya herêmê, 8 nexweşxane bombebaran kiriye.

Artêşa Îsraîl li nava Xezaya wêrankirî ye.

Tank û leşkerên Îsraîlê gav bi gav berê xwe didin başûrê Xezayê.

Şev careke din bi dengê şer û êrişa çekên giran derbas bû.

Filistîn: Îsraîl di nava 3 rojan de 8 nexweşxane bombebaran kir

Hat diyarkirin ku Îsraîlê bi şev jî li eniya Nexweşxaneya Şîfayê ya ku mezintirîn nexweşxaneya Xezayê ye û li deriyê Nexweşxaneya Nasrê xist.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Bombebarana nexweşxaneyan li gorî hiqûqa mirovahiyê ya navneteweyî sûcê şer e.”

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di êrîşên Îsraîlê de 4 hezar û 324 jê zarok 10 hezar û 569 Filistînî hatine kuştin.

Ebbas: Planên perçekirina Xeze yê Îsraîlê nayê qebûlkirin

Li gorî nûçeyên ajansa nûçeyan a WAFA yê Fîlîstînê, Serokê Filistînê Mahmûd Ebbas bi rêya telefonê serokwezîrên Holanda û Awustiralya re peywendiyek pêk anî.

Mahmûd Abbas diyar kir ku planên parçekirina Xeze ya hêzên Îsraîlê nayê qebulkirin.

Abbas balkişand serxwebûn û serweriya Fîlîstînê anî ziman ku divê li ser esasê rewakirina navneteweyî çareseriyeke siyasî pêk were.

106 tirên alikariya mirovî gihaşt Xezeyê

Heyva Sor a Filîstînê jî bi daxuyaniyeke nivîkî ragihand ku ji Misirê 106 tirên alîkariyê û ji Kuweytê jî 5 ambulans li deriyê sînor a Refahê re derbasî Xezayê bûye.

Ji 21’ê Cotmehê heta niha di deriyê sînorê Refahê re bi giştî 756 tir derbasî herêmê bûne.

Her wiha Îsraîl ji bilî pêwîstiyên jiyanî mîna xwarin û vexwarin destûr nade sotemenî derbasî Xezeyê bibin.

Şerê Îsraîl-Hemas: 33 roj

Back to top button