Artêşa Îsraîlê ket nava Xezayê.
Her çiqasî vê yekê weke dagirkeriyê binav nake jî lê di qada giştî de hişyariyên bo vê yekê têne kirin.
1,5 mîlyon kes ji cih û warê xwe bûne.
Li başûrê Libnanê jî di navbera Hizbullah û îsraîlê de şer rûdidin.
Xezaya dorpêçkirî…
Tarîtiya şevê bi bombeyên Îsraîlê ronî dibe.
Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahû ragihand ku heta dîlgirtî neyên berdan wê agirbestê qebûl nekin, her wiha sotemeniyê neşînin herêmê.
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku beriya daxwaza agirbestê divê 241 dîlgirtiyên di destê Hamasê de ne bêne berdan.
Her wiha tê îdîakirin ku eger agirbestek bê ragihandin wê Hemas 10 heta 15 girtiyan berde û lîsteyek li ser girtiyan biweşîne.
Artêşa Îsraîlê li navenda Xezeyê ye
Li gorî Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, leşkerên Îsraîlê ‘li dilê bajarê Xezeyê’ ne.
Gallant her wiha careke din bang li sivîlên Fîlîstînî kir ku ‘ji bo ewlekariya xwe’ biçin başûrê Şerîda Xezeyê.
Li Xezeyê rewş felaket e
Rewşa li Xezayê jî ber bi felaketê ve diçe.
Beşa ragihandinê ya Hemasê ya li Xezayê êvara Sêşemê li ser Telegramê diyar kir ku gelek goristanên li herêmê ‘tijî bûne û cih ji bo veşartinê nemaye’.
Şêniyên Xezayê ji 9’ê Cotmehê ve ji av, elektrîk û xurekê bêpar hatine hiştin û di bin dorpêçeke giran de ne.
Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ji 21’ê Cotmehê ve 650 qemyonên alîkariya mirovî ji deriyê Refahê derbasî herêmê bûne.
Jimara mirovên ji Bakurê Xezeyê direvin zêde dibe
Hejmara mirovên ji bakurê Şerîda Xezeyê direvin rojên Duşem û Sêşemê bi sê qatî zêde bû.
OCHA’yê diyar kir ku 6’ê Mijdarê derdora 15 hezar mirov derbas bûn.
Li gorî OCHA’yê nêzî 1,5 milyon mirov ên li Şerîda Xezeyê ji cih û warê xwe bûne.
Di 33 rojan de 10328 Filistînî hatine kuştin
Di daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê de hate ragihandin ku ji 7’ê Cotmehê ve di bombardûmana Îsraîlê de 10 hezar û 328 kes hatine kuştin:
Ji van 4 hezar û 200 zarok in.
Waşîngton: Divê Îsraîl şerîda Xezeyê jinûve dagir neke
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Antony Blinken li Tokyoyê di civîna wezîrên karên derve ya welatên G7 de daxuyaniyek da.
Blinken diyar kir ku divê Îsraîl Şerîda Xezeyê ‘careke din dagir neke’.
Rêveberiya Tel Evîv jî dibêjin ev yek wê ne be dagirkeriyek.



