Rev Moss Ntlha: Paradîgmaya Rêber Apo wek bayê jiyanê ye

Sekreterê giştî yê Tifaqa Evanjelîst a Afrîkaya Başûr- Rev Moss ku yek ji kesên tev li li pêngave bûye paradîgmaya Rêber Apo wek “bayê jiyanê” pênase dike.
Rev Moss diyar dike mezinbûna pêngavê ya cîhanî serkeftinek mezine û dibêje:
Mîna Nelson Mandela, azadiya Ocalan dê di warê azadiya gelê Kurd de bibe pêngaveke xurt.

Beşdariya li pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” roj bi roj zêdetir dibe.

Yek ji kesên tev li pêngave bûye jî sekreterê giştî yê Tifaqa Evanjelîst a Afrîkaya Başûr-TEASA Rev Moss Ntlha ye.

Rev Moss Ntlha hem li Afrîkaya Başûr û hem jî li qada navneteweyî çalakiyên ji bo polîtîkayên raya giştî dike.

Him jî bi mijarên bawerî û edaleta sosyo-polîtîk re eleqedar dibe.

Rev Moss Ntlha paradîgmaya Rêber Apo wek “bayê jiyanê” pênase dike û wiha dibêje:

Têkoşîna Kurdan û paradîgmaya Abdullah Ocalan nîşan didin ku jiyaneke adil û siberojeke nû ya demokratîk, ji bo me hemûyan pêkan e.

Ntlha: Bi ser neketin, ji ber ku Abdullah Ocalan gel e

Ntlha diyar dike ji bo vemirandina berxwedan û têkoşîna Rêber Apo li Îmraliyê tecrîdeke giran tê meşandin û wiha didome:

“Desthilat hewl dide vê yekê bi du awayan pêk bîne.

Ya yekemîn ew e ku wek ferdek îradeya wî bişikîne û wî ji oksîjena civakê bê par bihêle.

Ya duyemîn jî, hewldana bêmoralkirina berxwedanê ye. Lê nikarin vê bikin.

Di têkoşîna gelê Kurd û Ocalan de bi ser neketin, ji ber ku Abdullah Ocalan gel e.”

Ntlha: mezinbûna pêngavê ya cîhanî serketineke mezin e

Bi domdarî Rev Moss bale dikişîne li ser girîngiya pêngava ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û wiha dibêje:

“Em ên ji Afrîkaya Başûr, baş pê dizanin ka ji bo azadiya Nelson Mandela bangên ji her dera cîhanê dihatin çi qas girîng bûn.

Her ku diçe şopa cîhanî a pêngavê geş dibe, ev jî di pêşvebirina rojeva azadiya gelê Kurd û Ocalan de serkeftineke mezin e.”

Ntlha: Mîna Mandela, azadiya Ocalan wê bibe serkeftina gelê Kurd

Rev Moss Ntlha sekreterê giştî yê TEASA di dawiyê de dibêje:

Mîna Nelson Mandela, azadiya Ocalan dê di warê azadiya gelê Kurd û serkeftina projeya wan a neteweyî de bibe pêngaveke xurt.

Back to top button