Sekreterê Giştî yê TEASA’yê: Bi fikrê Ocalan jiyaneke nû pêkan e

Li Afrîka ya Başûr heta Qiberisê gelek siyasetmedar, rewşenbîr û serokên rêxistinên cîhanî piştgirî dan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”.
Dostên Kurdan diyarkirin ku paradîgmaya Rêber Apo ji bo mirovahiyê nefeseke nû ye û divê tecrîda li ser wê rabe.

Di asta navnetewî de xwedî derketina pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”, roj bi roj zêdetir dibe.

Yek ji kesên tev li pêngavê bûye sekreterê giştî yê Tifaqa Evanjelîst a Afrîkaya Başûr (TEASA) Rev Moss Ntlha ye.

Rev Moss Ntlha diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo ji bo mirovahiyê nefeseke nû û girîng e û got:

“Têkoşîna Kurd û paradîgmaya Abdullah Ocalan nîşan dide ku pêşerojeke nû ya demokratîk ji bo me pêkan e.”

Rev da zanîn ku ji bo têkçûna fikir û têkoşîna Rêber Apo, li Îmreliye tecrîdeke giran tê meşandin û wiha dewam kir:

“Dewleta Tirk dixwaze îradeya Abdullah Ocalan bi tecrîdê bişkîne, lê jiber ku Ocalan gel e, ev tecrîd encam nagre..

Em jî weke dostên kurdan, bi têkoşîna gelê Kurd û bi fikrê Ocalan, em ê pilanên dagirkeran vala derxin.”

Elenî Theocharoûs: Divê em ji bo Abdullah Ocalan gavên xurt bavêjin

Parlamentera Qibrisê Elenî Theocharoûs, li ser têkoşîna azadiya Kurdistanê pirtûkek bi navê “Roza” nivîsand.

Elenî Theocharoûs diyar kir ku sala 1980’an bi saya Teofîlos Georgîadîs ku Rêber Apo jê re gotibû “şehîdê me ye”, gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd nas kiriye.

“Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê em tiştên hîn bi bandortir bikin”

Elenî Theocharaoûs nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan da û got:

“Piştî tecrîda li ser Abdullah Ocalan, ez nizanim rewşa wî çawa ye.

Divê em di asta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de tiştekê bikin.

Ev tiştên ku li Îmraliyê li dijî Rêbertî tê kirin, dermirovî ne.”

Nûnerên Abya Yala (Amerikaya Latîn): Em li gel Kurdan in

Back to top button