Nûnerên Abya Yala (Latîn Emerîka) ku tevlî Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya li paytexta Fransa Parîsê bûn, bi daxuyaniyekê piştgirî dan gelê Kurd.
Nûnerên Abya Yala êrîşên leşkerî yên li ser Kurdistanê şermezar kirin û gotin:
“Di vê demê de bombebaran li ser Rojava, Şengal û kampa penaberan a Mexmûrê li gel me bû sedema hêrseke mezin.
Ev êrîş tiştekî nû nîne. Rojava ji sala 2012’an û vir ve bûye şoreşeke mînak a civakî, femînîst û ekolojîk û nîşan da ku cîhaneke din dikare bê avakirin.”
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
“Her çiqasî di navbera me de bi hezaran kîlometre mesafe hebe jî, piştgiriya me sînor û rengên neteweyan derbas dike.
Em heman hêrs û biryardariyê li beramberî neheqiyê û ji bo xweseriyê parve dikin.
Cihêrengbûna me û dengê me ji bo piştgiriya bi gelê Kurd û tevgera wê re dibe yek.
Em îro bi hemû hêza xwe piştgirî didin gelê Kurd.
Dengê piştgiriya me wê çiya û behr derbas bike, da ku di nava bêdengiya hucreyên zindanan de deng vede.”