Xelkê Qoserê: Divê em li dijî tecrîdê weke moriyan bixebitin

Xelkên navçeya Qoser a Mêrdînê bi rojeva tecrîdê civiyan.
Welatiyan di civînê de diyarkirin ku ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêber APO ti şansê wan nîne, di şexsê Rêber APO de gelê kurd di tecrîdê de ye.

Civîn ji aliyê partiya Heremên demokratîk-DBP’ê ve hate rêxistin kirin.

Civîn li eywanek dawetê hat lidarxistin,rêveberên partiyan û gelek welatî beşdar bûn.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz bal kişand ser tecrîdkirina Rêber APO û got:

“Em êdî azadiya birêz Ocalan dixwazin. Em ê di 18’ê Mijdarê de ji bo azadiya birêz Ocalan bimeşin Gemlîkê.”

Piştî Aydenîz, welatî jî axivîn û rexne û pêşniyazên xwe kirin.

Welatî anî ziman ku tecrîd tenê ne li ser Îmraliyê heye û got:

“Îro tecrîd li ser me hemûyan e. Jiyan me, axa me û welatê me Kurdistan di bin tecrîdê ye.

Ji bo ev bê rakirin, ji bilî azadiya birêz Ocalan tu şansek me din nîne.”

Welatiyek din jî mînaka morî û tavê da û got: “Birêz Ocalan roja me ye.

Gelê kurd jî morî ye. Divê em jî bi awayî moriyan bi heman awayî bixebitin.

Divê em mîna moriyan biryardar bin û bi israr bin.”

Bangêz azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêde dibin

Back to top button