Dijî tecrîdê, çalakiya nobetê ya li wargeha Mexmûrê didome

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatiya destpêkirin, bi dewrgirtina koma 10’emîn didome.

Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Pişte li ser navê koma 9’emîn Ezîz Koçer axivî.

Ezîz Koçer destpêkê balkişand li ser çalakiya ku li Wargeha Penbaran ya Mexmûrê hatî destpêkirin û got:

“Wek tê zanîn ev 30 mehin, me tu agahî ji Rêbetiya xwe negirtiye.

Ji bo ku gel û gerilayên azadiyê ji fikir û ramanên Rêbertî qut bikin, ev tecrîd tê girankirin.

Gelê Kurd û gerîlayên Azadiyê bi hemû şêwazan ji bo şikandina vê tecrîdê di nava çalakiyan de ne.

Wê tu caran dijmin negihe armancên xwe û wê nekare fikir û felsefeya Rêbertî ji me qut bike.

Ji ber ku fikrên Rêber Apo bûye gerdûnî.

Back to top button