Li Almanyayê bi sedan ciwanên Kurd û Enternasyonalîst ji bo Azadiya Rêber Apo dest bi meşeke dirêj kirin.
Meş wê 5 rojan dewam bike.
Bi sedan ciwanên ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmûndê konferans lidarxistin, bi şîara “Rêwîtiya azadiyê” dest bi meşê kirin.
Ciwan bi dîlan û dirûşmeyan li qadê kom bûn û piştre daxuyanî dan û wiha gotin :
“Em ciwanên Kurd û enternasyonalîst em ê bibin yek; li dijî kapîtalîzm, faşîzmê em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”
Em ê bi Rêber Apo re ji bo pêkanîna xeyala xwe ya azadiyê têkoşîna xwe bidomînin.
Ji bo azadiya Rêber Apo çi ji destê me bê em ê bikin û li ser vê bingehê li her qadê têbikoşin.
Di dawiyê de ciwanan bang li hemû ciwanan kirin ku piştgiriyê bidin meşa azadiyê.
Meş wê 5 rojan dewam bike û li bajarê Mulheîmê bi dawî bibe.