“DAIŞ plan dike ku êrişî girtîgeha Elaya a li Qamişlo bike”

Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser hişyarî da û diyar ku şaneyên DAIŞ`ê amadekariya êrişekê li ser girtîgeha Elaya a li Qamişlo dikin.

Nivîsgeh Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yek ji armancên êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, peydakirina derfeteke guncaw ji bo DAIŞ`ê ku êrişan pêk bîne ye.

Her wiha nivîsgehê destnîşan kir ku li gel êrişên Tirkiyê, agahî hatine bidestxistin ku şaneyên DAIŞ’ê amadekariya êrîşan li ser Navenda Dad û Çeksaziyê ya li Elaya a Qamişlo dikin.

Li gor daxuyaniyê tedbîrên pêwîst ji bo êrişên muhtemel hatine girtin.

Nîvîsgehê di dawiya daxuyaniyê de ji welatên têkildar daxwz dikin ku li hember êrişên Tirkiyê ku bandorê têkoşîna li hember DAIŞ’ê dike helwestên cidî nîşan bidin.

Di girtîgeha Elayê de hejmareke zêde ya çeteyên DAIŞ`ê tên ragirtin.

Back to top button