Salih Muslim: Tirkiyê hebûna xwe li ser tinekirina Kurdan avakiriye

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku dewlta tirk hebûna xwe di tinebûna kurdan de dibîne, ji ber vê yekê di êrişên qirkirina kurdan de israr dike û got:
Dewleta Tirk ji ber ku li hember gerîla têk çû berêx we da rojava.
Bi armanc girtina çavkaniyên jiyanê xwest gel bide koçberkirin.
Lê gel bi mayîna li ser axa xwe polîtîkayên dagirkeriyê vala derxist.

Hevserokê Pariyta Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim bû mêvanê bernameya taybet a telvîzona me.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku dewlta tirk hebûna xwe di tinebûna kurdan de dibîne, ji ber vê yekê di êrişên qirkirina kurdan de israr dike.

“Tirkiyê ji ber li hember Gêrîla têk çû berê xwe da Rojava”

Salih Muslim dazanîn ku artêşa dagirker ji ber ku li heremên parastina Medyayê li hember berxwedana gerîla têkçû berê xwe da Rojava.

“Ji bo gel bidin koçberkirin êrişê çavkaniyên jiyanê kirin”

Salih Muslim daxuyakirin ku dewleta tirk ji bo milet bide koçberkirin çavkaniyên jîyanê topbaran û bombebaran kir.

“Gel bi mayîna li ser axa xwe polîtîka dagirkeriyê vala derxist”

Hevserokê PYD’ê spasiya gelên li Heremê kir û got gel bi mayîna li ser axa xwe plana dagirkeriya tirk vala derxist.

Salih Muslim: CPT bi sekina xwe tecrîdê rewa dike

Di dawî de salih muslim balkişand li ser tecrîda Rêber Ocalan û got.

CPT bi sekna xwe tecrîdê rewa dike û hevkar e,. Divê gelên heremê taybet jî kurd li her derê ji bo Rêber Ocalan dakevin qadan.

Back to top button