Şêniyên Reqayê bi çalakiyeke êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirin..
Bi dehan şeniyên li Reqayê, rûspiyên eşîran, tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de li ser navê şêniyên Reqayê daxuyaniyek hat dayîn.
Şêx Lorens El Borsan ani ziman ku Amerîka, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên pêkanîna sûcên li dijî gelê herêmê ne.
Şêniyan bang li Yekitiya Ereban û Konseya Ewlehiyê ya NY`ê kirin ku li dijî êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.
Rûspiyên eşîrên Dêrazorê jî li dijî êrişan piştgiriya xwe ji QSD’ê re ragihandin.
Rûspiyê eşîra El Meşhûr a li rojavayê Dêrazorê Mensûr El Şelaf wiha got:
“Em ji bo her êrişeke dewleta Tirk a dagirker amade ne û dê bi hêzên xwe re bin.”
Şêxê eşîra El Begara ya li rojavayê Dêrazorê Elî El Mihemed teqez kir ku ewê nehêlin perçek axa wan were dagirkirin
Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê Ebdulezîz El Ocan jî diyarkir ku wê li gel QSD’ê axa xwe biparêzin
Berdevkê eşîrên El Bokemal li Dêrazorê, şêx Selah El Selman jî diyarkir ku li dijî êrişan ewê li gel QSD’ê bin û vebijêrka wan berxwedan e.



