Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevan Îsam Abdullah şermezar kir.
Unesco bi bîr xist ku Îsmal Abdullah û rojnamevanên din bi erka agahdakirinê radibûn û got;
“Divê parastina jiyana rojnamevanan bi ti awayî neyê binpêkirin.”
Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO têkildarî encama êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da.
Rêxistinê bi taybet îşaret bi metirsiya li ser jiyana rojnamevanan kir û di vî warî de şehîdkirina nûçegihanê ANHA Îsam Abdullah bi bîr xist.
Dîrektora Giştî ya Unesco Audrey Azoulay (Odrî Ezûley) li ser mijarê peyamek weşand û got;
“Îsam Abdullah nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê 20 Mijdarê dema êrişa azmanî ya li dijî sivîlan dişopand hate kuştin.
Em kuşrina Îsmas Abdullah şermezar dikin.
Îsam û rojnamevanên din bi erka xwe radibin.
Ew hewl didin bûyeran bi raya giştî re parve bikin.
Divê jiyana rojnamevanan were parastin.”