Têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo KNK’ê û KCDK-E‘yê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de bang hate kirin ku divê CPT û Konseya Ewropayê demildest bi erka xwe rabin.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa- KCDK-E jî daxuyaniyek da.
Daxuyaniya KCDK-E yê wiha ye:
“Agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer girtine ev e ku hayê CPT’ê ji tenduristî û ewlekariya Rêber Ocalan tune.
Gelê Kurd û dostên wan ji tenduristî û ewlekariya Rêber Apo bi fikar in.
CPT, bi pêkneanîna erka xwe, li gorî hiqûqa navneteweyî tevnagere û dibe alîgirê êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd.”