KCDK-E : Divê CPT demildest daxuyaniyê bide

Kongreya Civaka Demokratîk ya Ewropayê-KCDK-E’yê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku divê CPT demildest têkildarî rewşa Rêber Ocalan daxuyaniyê bide.

KCDK-E’yê diyar kirin ku di daxuyaniya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daye, fikarên wan yên têkildarî şert û jiyana Rêber Apo, carek din zêde kir û got: “Ji bo dawî li vê rêbaza dermirovî were, divê CPT demildest rolê xwe bilîze û tenduristî û jiyana Rêber Ocalan, bixe ewlehiyê.

Em weke KCDK-E ji CPT pirs dikin ku çima CPT daxuyaniyê nade û kîjan rastiyan ji gelê vedişêre, em demildest daxwaza daxuyaniyê dikin.

Di serî de CPT û Konseya Ewropa, em bang li saziyên navneteweyî dikin ku demildest bikevin tevgerê û em bang li gelê Kurdistanê û raya giştî ya bi hestiyar dikin ku ji bo azadî û rewşa Rêber Apo bikevin tevgerê.”

Back to top button