Mîthat Sancar: Tirkiye dixwaze destkeftiyên Kurdan ji Holê rake

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar li dijî êrişên li ser Bakûr û rojhilatê Sûrî derket û got Desthilat bi operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî ve dixwaze destkeftiyên kurdan ji holê rake ji aliyeke din ve jî vê yekê ji bo pêvajoya hilbijartinê bikar bîne.

Mithat Sancar di komcivîna partiya xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxand.

Sancar diyar kir ku du armanca êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî hene û got: Desthilat ji bo êrişeke bejahî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî ketiye nav lêgerîn û bazariyan da ku destûr hin aliyan bigre.

Armanca vê êrişê holêrakirina destkeftiyên kurdan e.

Ya din jî siyaseta hundir ya welat û pêvajoya hilbijartinê li gor meslehetê xwe bikarbîne. Hûnê êrişa bejahî bi kî re bikin? hevkarên we kî ne? çeteyên OSO? Ev lîstikên qirêj ji bo çi,? ev dest hilat ji bo berdewamkirina desthilata xwe van planaên qirêj pêk tîne.

Back to top button