Komek welatiyên Başûrê Kurdistanê ku di encama êrişên dewleta Tirk û Îranê de birîndar bûne, serdana Bexdayê kirin.
Parlementerê Iraqê Soran Omer li ser hesabê xwe yê Facebook’ê peyamek belavkir û got: “Îro li Parlementoya Iraqê pêşwazî li rêxistina CPT û komek welatiyên Başûrê Kurdistanê ku ji ber bombebaranên Tirkiye û Îranê birîndar bûne yan jî ji malbata xwe hin kes winda kirine, hat kirin.”
Soran diyar kir Cîgirê Yekem ê Serokê Parlementoya Iraqê Muhsin Mendelawî li gel malbatan civiya û guh da daxwazên wan û welatiyan daxwaznameyek pêşkêşî Mendelawî kirin.
Di daxwaznameyê de malbatan xwestine Iraq wan wek mexdur hesab bike û kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane wek şehîd bihesibîne, tazmînata wan bide û wan girêdayî muçe bike.
Her wiha daxwaza wan a din jî ji Iraqê ew bû ku êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bidin sekinandin.