Têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo KNK’ê jî bang kir ku divê CPT û Konseya Ewropayê demildest bi erka xwe rabin.
KNK’ê derbarê daxuyaniya Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û rewşa li Îmraliyê de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Meha Îlonê ya çûyî, nûnerên CPT’yê çûn Girava Îmraliyê.
Heta niha li ser rewşa Birêz Ocalan û girtiyên din, tu agahî nedane.
Li gorî daxuyaniya parêzerên Birêz Ocalan, dema CPT çûye Îmraliyê, Birêz Ocalan hevdîtin red kiriye.
Ev rewşeke nû ye û cihê dilgiranî û metirsiyê ye. Em daxuniya parêzeran bi cidî dibînin û em ê şopdarê vê rewşê bin.”
KNK’ê diyar kir bi qasê dewleta Tirk, CPT û Konseya Ewropayê jî ji rewşa Îmraliyê berpirsyar in û got:
Divê CPT û Konseya Ewropayê demildest bi erka xwe rabibin û xelkê Kurdistanê û cîhanê agahdar bikin.