Welatiyên parêzgeha Silêmaniyê êrişên dewleta Tirk a dagirker û dewleta Îranê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku li dijî êrişan helwest nîşan bidin.
Welatiyê bi navê Edalet Mihemed dibêje:
“Êrişên dijmin wê bi yên li ser çiyayan sinordar nemîne, dibe êrişên li ser bajaran jî destpêbikin.
Divê hikûmeta başûrê Kurdistan, hikûmeta Iraq û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî li beramberî van êrişan helwest nîşan bidin.”
Welatiyê bi navê Mihemed Omer jî ji aliyê xwe ve wiha got:
“Bi salane bêy sedem zilm li Kurdan tê kirin.
Dewleta Tirk me topbaran dike û gazên kîmyawî li hemberî me bikartîne.”
Li ser heman mijarê welatiyê bi navê Kameran Şarbajêrî jî axivî û got:
“Bêy ku ti sedemek hebe, welatiyên sivîl şehîd dixin, gundên me wêran dikin.”
Divê hikûmeta Başûrê Kurdistan û Iraqê li dijî êriş û qetilkirina sivîlan helwestek cidî nîşan bidin.
Êrişên her du welatan (Tirkiye-Îran) dubarekirina dîroka rejima Baas a li beramberî Kurda ye.”