Şerê Îsraîl û Hemasê li Xan Yunus a li Xezayê giran buye

Şerê Hemas û Îsraîlê li herêma Xan Yunus ya li Xezayê giran buye.
Di 24 seetên dawiyê de 210 Filistînî hatin kuştin 386 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di nava 24 seetan de 100 mîlîtanên Hemasê hatine kuştin.
Li aliyê din hate ragihandin ji bo agirbesteke mehekê hevdîtin tên kirin.

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de li herêma Xan Yunus a li Xezayê giran buye.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Filistînê artêşa Îsraîlê bi awayekî dijwar êrişî Xan Yunus dike.

Hat ragihandin di encama êrişên hewayî de 50 kes hatin kuştin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adrae eşkere kir ku hêzên wan herêma Xan Yunus bi temamî dorpêç kirine û got;

“Hêzên komando yên Îsraîlê êrişî dilê Xan Yunus dikin ku navenda Hamasê ye. Di seetên pêş de wê operasyona li Xan Yunus bê berfireh kirin.”

Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 25 hezar 700 kesî

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî di roja 110’an de bîlançoya şer eşkere kir.

Wezaretê diyar kir di şerê li Xezayê de ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha 25 hezar 700 kes hatine kuştin Û 63 hezar 740 kes jî birîndar bûne.

Her wiha wezaretê eşkere kir di 24 seetên dawiyê de jî 210 Filistînî hatin kuştin 386 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê: di 24 seetên dawiyê de 100 mîlîtanên Hemasê hatin kuştin

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ragihand di operasyonên 24 seetên dawiyê de li Xezayê 100 mîlîtanên Hemasê hatine kuştin.

Her wiha artêşa Îsraîlê duh (roja sêşemê) ragihand ku wan kargeha herîmezin a roketan ya li Xezayê îmha kirine.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê bi rêya tunelan xwe gihandine vê kargeha ku di bin erdê de ye.

Hemas û Îsraîl ji bo agirbesteke mehekê danûstandinan dikin

Li aliyê din hat diyar kirin Hemas û Îsraîl ji bo agirbesteke mehekê bi rêya navbeynkaran danûstandinan dikin.

Qatar, Amerîka û Misir ji bo vê yekê xebatên navbêynkariyê didomînin.

Hat diyarkirin ji bo ragihandina agirbestê û bi hev guhertina girtiyên Filistînî bi dîlên Îsraîlî re heta astekê li hev kirin pêk hatiye.

Hat gotin ji bo vê yekê jî navbeynkar li daxwazên aliyan guhdarî dikin.

Mc Gurk ji bo mijara agirbestê û dîl girtiyan wê sedana herêmê bike

Dîrektorê Konseya Ewlekariyê ya Qesra Spî John Kirby jî ragihand ku wê Şêwirmendê Joe Biden yê Rojhilata Navîn Brett McGurk bi armanca berdana dîl girtiyên di destê Hemasê û mijara agirbesta li Xezayê serdana herêmê bike.

“McGurk wê serdana Qahîre û hin paytextên din bike û ji bo serbest berdana dîl girtiyan demekê pêdîvî bi lihevkirineke ji bo agirbesteke mirovî heye.”

Rewşa sivîlên li Xezayê

Back to top button