Rojnamevan Silêman Ehmed 92 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

Ev 3 meh in kesek tiştekî li ser Rojnamevan Silêman Ehmed nizane.
Tenê ya diyar ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiyê revandin û heta niha aqûbeta wî ne hatiyê zanîn.

Rojnamevan ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 92 rojin agahî nayê girtin.

Roj bi roj metersînek mezin li ser jiyana Silêman Ehmed mezin dibe.

PDK’ rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel wî bike.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kir ku Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin.

Her wiha parêzer Nerîman Ehmed dazanîn ku piştî em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin.

Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.

Di dawiyê de tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan.

91 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button