Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nasnameya şehîdekî eşkere kir.
Asayîşê ragihand ku endamê wan di encama kirîza dil de şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Nîzamdîn Silêman şehîd bûye.
Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
“Şehîd Nîzamdîn bê ku dudilî jiyan bike, tevlî têkoşînê bû û di oxira parastina ewelehiya gelê xwe de heta dawiyê fedakariyên mezin kirin.”
Hêzên Asayîşê di dawî de ji malbata şehîd û gelê herêmê re sersaxî xwest.
Agahiyên Ii ser nasnameya şehîd wiha ne:
Nav û paşnav: Nizamdîn Silêman
Navê bav: Mihemed Elî
Navê dayîkê: Neqiye
Cih û dîroka tevlêbûnê: Tirbespiyê 3-6-2014
Cih û dîroka şehadetê: 3-3-2024