Roja hilbijartinên parlamentoya herêma Başûrê Kurdistanê diyar bû

Li Başûrê Kurdistanê roja hilbijartinên parlementoya herêmê diyar bû.
Nêçîrvan Barzanî 10’ê Hezîrana 2024’an weke roja hilbijartinê diyar kir.

Serokê Herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku 10’ê Hezîrana 2024’an weke roja hilbijartinê giştî yên dema 6’emîn ya parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin:

Li gorî biryarê aliyên peywendîdar wê ji bo alîkarî û hemahengiya bi komîsyona bilind ya serbixwe a hilbijartinan re, girêdayî biryarê bin.

Hilbijartina parlamentoya herêma Başûrê Kurdistanê hatin paşxistin

Back to top button