Hilbijartina parlamentoya herêma Başûrê Kurdistanê hatin paşxistin

Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ragihand ku hilbijartina Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê wê nekare di dema xwe de pêk bê.

Komîsyonê bi awayek fermî Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê li ser mijarê agehdar kir.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Hilbijartinê, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi awayekê fermî hate agahdarkirin ku ew nikarin di 25’ê Sibata 2024’ê de bên kirin.

Komîsyonê bang li Serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku bi lihevkirinekê demekê din ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bikin.

Ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ya li ser kursiyên pêkhateyan bo 25’ê Çile, Komîsyona Hilbijartinê nikare di dema hatiye diyarkirin de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bike.

Back to top button