Bi boneya Roja Ziman Kurdî gelek çalakî hatin lidarxistin

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî li gelek deverên herêmê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan hate diyarkirin ku gelê Kurd tevî hemû siyasetên qirkirin û pişaftinê zimanê xwe parastiye.

Îro li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî hatin lidarxistin

Yekîtiya Mamosteyên Efrînê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi daxuyaniyekê ev roj li tevahî gelê Kurd pîroz kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd di dîrokê de rastî siyasetên qirkirin û çandî hatiye û wiha hate gotin:

“Ji ber vê yekê zimanê Kurdî di her warî de hate qedexekirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku mafên zarokan were parastin û zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî di nava zimanên Cîhanê de.

Li Kobanê jî bi sedan mamoste, xwendekar û welatî li dibistana Şehîd Azad kom bûn û şahî li darxistin.

Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin û hate gotin; Tevî ku gelê Kurd di gelek siyasetên pişaftinê re derbas bûye, lê çanda xwe parast.

Her wiha stran û helbest hatin pêşkêşkirin û govend hatin gerandin.

Li aliyekî din jî şagirtên dibistanan di roja Zimanê Kurdî de ezmûnên xwe pêşkêş dikin.

Nêzî 14 hezar şagirtên Efrînê li deverên cuda ezmûnên xwe pêşkêş dikin.

Mamosteyan jî derbarê ezmûnanan de diyar kirin ku xwendkar bi coş û moraleke mezin beşdarî ezmûnan dibin.

Back to top button