Derhêner Dersîm Zerevan: Filmê Rûpelê Sor rastiya civak û Şerê Rojava ye

Fîlma Rûpelê Sor hovitiya çeteyên DAIŞ’ê li ser welatiyên Rojavayê Kurdsitanê û li hemberî wê berxwedaniya gel û şervanan tîne ziman. Derhênera Fîlmê Dersîm Zerevan anî ziman ku ew vê fîlmê diyarî gelê ku îro dîroka xwe avakiriye û îro jiyan dikin û têdikoşîn her wiha kesên ku di oxira azadiyê de şehîd bûne dikin.

Filîma bi navê Rûpelê Sor di sala 2016’an de ji aliyê Derhêner Dersîm Zerevan hate amadekirin.

Fîlm dê di 16’ê Gulanê de derkevê pêşberî temaşavanan.

Di fîlma Rûpelê Sor de behsa rastiya civaka Rojavayê Kurdistanê, şerê ku li Rojavayê Kurdsitanê diqewime û êrişên çeteyên DAIŞ’ê dike.

Her wiha rola sereke di filmê de ya helbestvana û pakrewana nemin nûjiyan Erhan e ku ew jî di fîlm de dilîze.

Wê filîm di 16’ê mehê de li Navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bê pêşandan.

Derhênera Fîlma Rûpelê Sor Dersîm Zerevan naveroka fîlmê nirxand û got:

Dersîm Zerevan anî ziman ku rola Şehîd Nûjiyan di fîlmê de rola sereke ye.

Dersîm îşaret bi navê filîma Rûpelê Sor kir û diyar kir ku di fîlmê de wan êşa ku civakê dîtiye jî dane pêş.

Dersîm Zerevan di dawiyê de wiha anî ziman: Em ê xeta berhemên hunerî dewam bikin da ku em bikaribin keda wan bi awayekî hunerî û xweşikbûna hunerê bixemlînin û ji cîhanê tev re parve bikin.

Back to top button