Derya Remezan: Dewleta Tirk li ser çanda dagirkeriyê hatiye avakirin

“Dewleta tirk hewl dide aloziya xwe ya aborî bi dagirkirineke nû veşêre” Bi van gotinan Siyasetmedar Derya Remezan îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û başûrê Kurdistanê kir. û got: Dewleta tirk li ser çanda dagirkeriyê hatiye avakirin ji bo wê siyaseta qirkirinê dewam dike.

Dewleta tirk a dagirker berî ku hevpeymana Lozanê bi dawî bibe dixwaze erdnîgariya dagirkeriya xwe li ser xaka Kurdistanê berfireh bike ji bo wê ev çend sal in êrişan li ser xaka Başûrê Kurdistanê dide meşandin.

Her wiha gefxwarinên dijwar li herêmên Bakur û Rojhilatê SûrÎ dike.

Siyasetmedar Derya Remezan geşedanên siyasî yên ku li herêmê diqewimin her wiha êrişên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nirxandin.

Derya Remezan diyar kir ku dewleta tirk li ser çanda dagirkerî û qirkirina neteweyên derdora xwe hatiye damezrandin û gelek mînak der barê wê de hene.

Derya Remezan diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze aloziya xwe ya aborî ya hundirîn bi dagirkirineke nû veşêre.

Derya Remezan, bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî û wiha domand:

Siyasetmedar Derya ev êrişên li ser başûrê Kurdistanê bi metirsîdar bi nav kir û bang li gelê Kurd kir ku pergala xwe ya demokratîk bi yek helwestê biparêzin.

Back to top button