Meclisa Efrîn û Şehbayê banga bidawîkirina dorpêçê kir

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd banga bidawîkirina dorpêça li ser kantona Şehbayê kir
Cemal Reşîd destnîşan kir ku eger dorpêç bidome dê karesetên mirovî yên mezin encam bide.

Hikumeta Şamê ji Tebaxa 2022’an de dorpêçeke asê avêtiye ser Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Ev dorpêkirin rê li ber hemû madeyên sereke yên jiyanê digire mîna sotemenî, pêdiviyên tenduristiyê û derman.

Vê yekê jiyana bi hezaran koçberên Efrîn û şêniyên kantona Şehbayê xistine metirsiyê.

Cîgirê Hevseroketiya Meclisa Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd der barê dorpêçê de axivî û got:

“Ji dema hêzên derve destwerdana Sûriyeyê kirine û li hev dikin dorpêça li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye girantir dibe.”

Reşîd diyar kir ku ji ber tinebûnê saetên embîran kêm bûne berê 5 saet bûn lê niha bi temamî qut bûye.

Cemal Reşîd destnîşan kir ku eger dorpêç bidome wê kareseteke mirovî ya mezin li herêmê encam bide û ev li gotinên xwe zêde kir:

”Pêwîstî bi sotemeniyê heye da ku av bê derxistin, firine bixebitin, nan bigihêje şêniyan bi rêya komînan.”

Her wiha şêniyên nexweş jî nikarin xwe bigihînin nexweşxane û navendên tenduristiyê.

Nexweşxane û amûrên tenduristiyê bi kehrebeyê dixebitin.

Her wiha Cemal Reşîd destnîşan kir ku ji ber nebûna maostê, çandinî bi paş ketiye û cotkar nikarin zeviyan av bidin û dest bi çinînê bikin.

Di dawiyê de Reşîd bang li hemû aliyên hiqûqî û mirovî kir ku xwedî li erkê xwe derkevin û dorpêçê bi dawî bikin.

Back to top button