NATO û YE banga sînordarkirina hêza Îranê ya nûklerî kir

Mijara çalakiyên Îranê yên nûklerî, li ser asta navdewletî bûye rojeva sereke û herî dawî NATO’yê diyar kir ku ev çalakî, gefê li aramiya herêmê dixwin. YE jî da xuyakirin ku niha vîneke navdewletî ji bo vegera li lihevkirina navdewletî bi Îranê re heye. Îranê, herî dawî hişyarî da ku eger dorpêça li ser neyê rakirin, ew ê tomarên kamîreyan ên li kargehên xwe yên nûklerî ji nav bibe.

Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg teqez kir, ku çalakiyên Îranê yên nûklerî, gefê li aramiya herêmê dixwin.

Stoltenberg di hevpeyvînekê li gel kenala CNN a Amerîkî de diyar kir, tiştê herî metirsîdar ji bo NATO’yê, karîna Îranê ya gihandina çekên nûklerî bo bernameya xwe ya mûşekî ye.

Sekreterê giştî yê NATO’yê teqezî li ser sînordarkirina bernameya Îranê ya nûklerî kir.

Di heman çarçoveyê de, Wezîrê Derve yê YE Josep Borrell, teqezî li ser pêkanîna bi temamî ya lihevkirina nûklerî ya bi Îranê re kir û anî ziman ku, di nav de Amerîka, pêwendiyên dîplomatîk ji bo vegera li lihevkirinê, van rojan pir zêde bûne û vîneke navdewletî ji bo vê yekê heye.

Wezîrê Derve yê YE da xuyakirin ku vegera li lihevkirina nûklerî ya 2015’an, ji bo berjewendiya ewlekariya herêmî û ya cîhanî ye.

”Eger dorpêç ranebe, wê tomarên kargehên nûklerî werin jêbirin

Nûnerê Îranê li Ajansa Atomî ya navdewletî Kazim Xerîb hişyarî da ku eger dorpêça li ser Îranê neyê rakirin, ew ê tomarên kamîreyên çavdêriyê yên li kargehên Îranê yên nûklerî, di nava 3 mehan de werin jêbirin.

Ji aliyê xwe ve, Brîtaniya, Fransa û Almanyayê mixabîniya xwe ji ber biryara Îranê ya rêgirtina li ber serdanên pişkinînerên navdewletî anîn ziman.

Ajansa Atomî ya Navdewletî duh bi raporeke eşkere kiribû ku li cem Tehranê niha 17 kg yoranyom, bi rêjeya 20% heye û destnîşan kir ku Îran agahiyên rast derbarê cihên ku uranyomê lê heye, nade.

Li gorî raporê, rêjeya uranyomê li Îranê, 14 qatan, bêhtirî rêjeya ku li ser hatiye lihevkirin e.

Back to top button