MSD: Pêwiste Koalîsyona Navneteweyî li dijî hovîtiya Tirkiyê helwest nîşan bide

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) êrişa li dijî Federasyona Gaziyan a li Qamişlo ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir:
MSD’ê bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku helwesteke cidî nîşan bide.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Federasyona Gaziyan a li Qamişlo di 11’ê Sibatê de daxuyaniyek da.

MSD’ê êriş weke mezintirîn sûcên dewleta Tirk li dijî Sûriyê binav kir û wiha got:

Armanckirina navenda gaziyan mezintirîn sûcên dewleta Tirk li dijî Sûriyê ye.

Ev peyameke zelal e ku dewleta Tirk hîn jî destekê dide rêxistina terorî ya DAIŞ’ê.

Her wiha di daxuyaniyê de ev êrişa hovane ya li dijî navendeke wiha ku semboliya wê di wîjdana Sûriyeyê de bi giştî heye bi tundî hat şermezarkirin.

MSD’ê diyarkir ku endamên navenda gaziyan bûn armanca êrişî ji ber tevahî cîhanê ve şer kirine û beşên laşê xwe dan.

Di berdewama daxuyaniyê de bang li Kaolîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hat kirin ku li kêleka hevkarên xwe ku li dijî terorê şer kirine bisekinin û li hember hovîtiya Tirkiyê a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesteke cidî nîşan bide.

Her wiha bang li civata navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê û Komkara Dewletên Ereban hat kirin ku ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk û binpêkirinên wê yên li dijî xaka Sûriyeyê bi erkê xwe derkevin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk ên Sûriyê jî hate kirin dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê red bikin û tev li diyaloga nîştimanî ya ku MSD’ê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê daye destpêkirin bin.

MSD’ê ev yek jî weke rêya tekane ya bidawîkirina dagirkeriya Tirk û hemû hêzên biyanî ser xaka Sûrî kir.

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê: Tirkiyê tola DAIŞ’ê hiltîne

Back to top button