Şêniyên herêmê: Li dijî tecrîdê divê her kes bi erka xwe rabe

Bertekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî tecrîdê û zêde dibin.
Şêniyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga bilind kirina têkoşînê kir.

Sureya Hebeş diyar kir ku ji Adara 2021’ê ve tu agahî ji Rêber Apo nehatiye girtin, ev neheqiyeke, ji ber vê ew bang li tevahî gelan dikin ku ji bo azadiya wî dakevin qadan.

Yasmîn Muslim anî ziman ku bi riya tecrîdê nikarin îradeya wan bişkînin ji ber ku ew li ser fikira Rêber Apo hatin fêrkirin û got:

“Em ê fikir û felsefeya Rêber Apo hîn zêdetir di nava civakê de belav bikin.”

Îlham Şêxo jî anî ziman ku ew ê li hemberî siyasetên ku şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li ser gelan têne meşandin têkoşîn û berxwedanê xurt bikin û li derdora ramanê Rêber Abdullah Ocalan kom bibin.

Îlham bang li tevahî gelan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tev li têkoşînê bibin.

Ji bo azadiya Rêber Apo li Minbicê meşek hat lidarxistin

Back to top button