Vîrûsa Korna li 6 welatan belav bûye û 17 kesan jiyana xwe ji dest da

Vîrûs Korna ya ku li bajarê Wuhan ya Çînê ji nişka ve derket û belav dibe, bû sedema heta niha 17 kes jiyana xwe ji dest bide. Ev yek jî metirsiya tenduristiyê li nava gelek welatan belav kir.

Heta niha nîşaneyên vîrûsa Korna li bajarê Wuhan yê Çînê di 444 kesan de hatiye tesbîtkirin.

Nexweşiya ku bi lez belav dibe, ji derveyî Çînê li 5 welatan jî xwe daye der û di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Nîşaneyên vîrosa Korna jî herareta zêde, koxik, êşa qirikê û bêhalbûne.

Ger pêşî lê neyê girtin, metirsiya mirinê zêde dibe.

Li Hong Kong, Tayvan, Koreya Başûr, Japonya û Taylandê kesên ku nîşaneyên vê nexweşiyê lê derdikevin tên dermankirin.

Li aliyekî din, ji hefteya derbasbûyî ve li balefirgeha San Francisco, New York û Los Angeles yên Amerîkayê tedbîrên ewlehiyê hatine girtin.

Leave a Reply

Back to top button