Wezareta karên hundir a Misrê komeke çekdar girêdayî Tirkiyê girt

Wezareta Karên Hundir a Misrê ragihand ku komeke endamên Tevgera Hesim a Îxwan El-mislimîn ya girêdayî dewleta Tirk tevî çekên wan girtin.

Wezretê diyar kir ku koma çekdar li Tirkiyê kar û xebatên xwe yên terorî amade dikir.

Wezaretê desnîşan kir ku di çalakiyên kontrolkirina ewlehî de, çete tevî çekên pêre hatine girtin.

Her wiha hêzên ewlehiyê gelek alavên tevgerê ku di çalakiyên xwe de bi kar danîn jî desteserkirin.

Wezareta Karên Hundir a Misrê dazanîn ku endamên tevgera Hesim di çalakiya terorî ya li navenda Tox a Qelyûbiyê (Delta El-Nîl) pêk anîne.

Leave a Reply

Back to top button