24’ê Çileyê wê li Iraqê xwepêşandaneke ku tê payîn bi milyonan be ji bo derketina hêzên biyanî ji Iraqê were lidarxistin. Rêberê Tevgera Sedir Muqteda El-Sedir jî diyar kir ku cihê welatên biyanî li Iraqê nîne û got: Eger em şoreşa Iraqê bikin, emê bi serbikevin û dawî li gendeliyê bînin.
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda El-Sedir li ser hesabê xwe yê tiwîterê li dijî hebûna hêzên biyanî li Iraqê, peyamek belav kir.
Sedir diyar kir cihê biyaniyan li Iraqê nîne û ji welatiyan xwest li dijî hebûna wan hêzan derkevin.
El-Sedir xwepêşandanên Iraqê weke şoreşê bi nav kir û got:
“Eger şoreşa Iraqê dewam bike, teqez emê serbikevin û dawî li sîstema gendeliyê bînin.”
Tê payîn ku 24’ê Çile bi milyonan kes li Iraqê dakevin qadan û daxwaza derketina hêzên biyanî ji Iraqê bikin.
Piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qûds a Îranê Qasim Silêmanî û gelek êrîşên din ên Amerîka û Tirkiyê li dijî hêzên herêmî, parlementoya Iraqê pêşnûmeqanûna derxistina hêzên biyanî yên li Iraqê pesend kir.



