Serokê Fransayê Emmanuel Macron got entegrekirina hêzên ku şerê DAIŞ’ê kirine bi taybet Hêzên Sûriya Demokratîk pir girîng e û dê baweriya bi hikûmetê ava bike.
Macron di warê siyasî de jî destsnîna kir ku ew hemû daxwazên parçekirina Sûriyê red dike û piştgiriya dide wê yekê ku Sûriyê bi pêkhateyên xwe yekgirtî be.
Ehmed El-Şeri jî dibêje ku ew di pêvajoya entegrasyonê de berdewam in.
Emmanuel Macron eşkere kir ku wan 23 parçeyên dîrokî ku Peymangeha Cîhana Erebî ya Parîsê bûn vegerandin Sûriyê.
Macron got ku Sûriye navendeke girîng a korîdorên enrejî û xizmetên lojistîk di navbera Ewropa û Kendavê de ye.
Macron: Sûriye navendeke korîdorên enrejiyê di navbera Ewropa û kendavê de ye
Wî diyar kir ku Sûriye û Libnan dikarin nêzî hev bibin û bi hev re nêzî Ewropayê bibin.
Macron got ku tenê dewleta qanûnê dikare Sûriyeke nû ava bike û got:
Macron: Em naxwazin çekdarên biyanî yên li Sûriyê bibin gef
Parîs naxwaze çekdarên biyanî yên li Sûriyê wekî berê gefê li ewlehiya wê bixwin.
Di heman axaftina xwe de destwerdana Israîlê li ser axa Sûriyê û binpêkirina serweriya wê şermezar kir.
Ehmed El-Şeri diyar kir ku ew di pêvajoya entegrasyonê de berdewam in.
Wî diyar kir dê balyozên Şam û Parîsê êdî çêbibin.
Ehmed El-Şeri jî dibêje ku Sûriye bû girêdaneke bazarên korîdorên cîhanî û Sûriye xwedî cihekî ye dikare Deryaya Spî bighîne Kendav û Iraqê.
Şeri got ku piştî aloziya tengava Hurmizê, her kesî wateya korîdorên ewle fêm kir.
Di heman demê eşkere kir ku di rojên pêş de dê civîna Meclisa Gel bê lidarxistin.
Di axaftina xwe de, Şeri destwerdanên Israîlê şermezar kir û ji Fransayê xwest rola xwe bilîze.



