Li Minbicê kongeraya Hewcedarên Pêdiviyên Taybet hat lidarxistin.
Ev kongreya yekemîn ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Di kongreyê li ser beşdariya girîngiya kesên astengdar ya di hemû qadên jiyanê de hate niqaşkirin.
Bi dirûşma “Bi vîna xwe em ê hêviyê biafirînin” Kongreya Yekemîn a Hewcedarên Pêdiviyên Taybet li Minbicê hate lidarxistin.
Kongre ji aliyê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hevkariya Rêxistina Nûdem hate rêxistinkirin.
Endamên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, meclisên sivîl, şêx û rûspiyên herêmê beşdarî kongreyê bûne.
Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê Meryem El Îbrahîm di destpêkê de axivî û got:
“Armanca vê kongreyê girîngî pê dayîna kesên hewcedariya wan bi pêdiviyên taybet e.
Tevî derfetên kêm, Rêveberiya Xweser hewl da desteka derûnî, derfetên kar ji bo van kesan pêşkêş bike.
Meryem El Îbrahîm destnîşan kir ku ew ê alîkariya wan bikin da ku behreyên xwe bi pêş bixin û bigihêjin astên bilind.
Cîgirê Hevserokatiya Mecilsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebd jî di kongreyê de axivî û diyar kir ku divê ev kongre bibe destpêkek da ku hêviyên kesên astengdar bîne cih.
https://youtu.be/H_A35asPo6Y?si=ifLPgdbF6QDB6bFd



