Ji bo azadiya Rêber Apo li Minbicê meşek hat lidarxistin

Li tevahî cîhanê ji bo azadiya rêber Abdulah Ocelan çalakî û hewldan tên kirin. Li Minbijê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo meşek hat lidaraxistin, her wiha li Şehbayê jî Gaziyên şer bi daxuyaniyekê banga azadiya rêber Abdulha Ocelan hate kirin.

“Bi têkoşîn û berxwedana jinên ciwan, emê azadiya rêber Apo pêk bînin”.

Di bin vê dirûşmeyê yekîtiya Jinên Ciwan a Minbic û gundewarê wê, meşek li darxisttin.

Meş ji pêşiya çerxereya El-Mizan dest pê kir û heta kolana El-Wadî ya navenda bajêr dewam kir.

Kesên beşdarî meşê bûn banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo kirin û gotin:

Tecrîda li dijî rêber Apo li dijî tevahî gelane.

Bi vê tecrîdê xwestin fikir û ramanên rêber Apo asteng bikin.

Lê niha tevahî cîhan xwe li ser vî fikrî bi rêxistin û perwede dikin.

Beşdaran diyar kirin ku ji bo azadiya rêber Abdulha Ocelan ew ê di nava çalakî û hewldanan de bin.

Saziya gaziyên şer a Efrîn û Şehbayê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir

Gaziyên şer ên kantona Efrîn û Şehbayê jî li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê kom bûn û derbarê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de diyarkirin ku tecrîda mutleq a li dijî Rêber Abdullah Ocalan qebûlnakin û gotin:

Em ê li hember şerê taybet ê ku di asta herî jor de li dijî gelê me tê meşandin, bibin mertal.

Berxwedana me dê li vir mezintir bibe.

Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe dê çalakiyên me neyên rawestandin.

Divê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û dawî li faşîzma Tirk a ku qanûnên navneteweyî binpê dike, were anîn.

Em ê li dû rêka fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin.

Back to top button