Peyama Jinan: Emê bi hevgirtina xwe serkeftinê misoger bikin

Jinên ji pêkyateyên cuda ên li Bakur û Rojhilatê Sûryê nerazîbûna xwe li himberî êrişên dewleta Tirk a dagirker dan.
Jinan gotin: Emê bi hevgirtina xwe serketinê mîsogr bikin.

Êrişa dewleta Tirk a li dijî erebeya JIN TV, nerazêbûna jinên Bakur û Rojhilatê Sûryê derxist asta herî jor.

Bi çalakiyên curbecur li himberî êrişên dijmirovî peyama dewamkirina têkşînê tê dayîn.

Jinên ji pêkhateyên cuda ên li herêmê bi yek dengî êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûryê şermezar kirin.

Ji pêkhateya Suryan, Ferîda Şemon êrişên dewleta Tirk a dagirker bi kiryarekî ‘terorî ya qirêj” bi nav kir û got:

Em bi hemû pêkhateyan re weke xwişk û bira, emê bi yek destî li himber van sûcan bisekinin.

Dewleta Tirk bi qasî kîna di nava xwe de, ewqasî li dijî hevgirtina gelan derdikeve.

Los-nak Kafo-ryan a ji pêkahteya Ermen jî destnîşan kir ku bi qasî serkeftin û bidestxistina destkeftiyên Rêveberiya Xweser, dewleta Tirk a dagirker êrişan dike.

Wek jinên Ermen emê li her deverê li dijî dewleta Tirk têkoşînê bikin û heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bin.

Jina kurd Bedîa Îsmaîl jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazên qirêj şerê jin û gelê herêmê dike.

Rewa Celûd a ji pêkhateya Ereb jî dibêje:

Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi armanca derxistina alozî û fitneyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Em ê bi hevgirtina xwe serkeftinê mîsoger bikin.

Back to top button