Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê

Bêdengiya dewletên navnetewî li hember kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî dibe hêz ji dagirkeriya Tirk re, da ku binpêkirinên xwe bidomînin.
2 welatî li hember dayîna fidyeyê hatin berdan û yek jî hate revandin.

Aliyên navnetewî yên hiqûqî, mirovî û qaşo parastina mafên sivîlan dikin li beramber sûcên dewleta Tirk bê deng in.

Ev bêdengiya wan rê li sûc û kiryarên herî hovane li herêmên dagirkirî vedike.

Efrîn-Mihemed Birîmo li hember 800 dolarî hat berdan

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên Ceyş El Şerqiyê welatiyê bi navê Mihemed Birîmo revandin.

Mihemed Birîmo ji xelkê Kûra ya navçeya Racoyê ye, dema vedigere Efrînê yekser ji aliyê çeteyan ve tê revandin.

Birîmo piştî dayîna 800 dolar fidye tê berdan.

Efrîn-Hisên Nûrî li hember 2000 dolar fidye berdan

Beriya demekê jî, Hisên Nûrî yê 42 salî ku hatibû revandin, hate berdan.

Torê da zanîn ku çeteyan, Nûrî yê ji xelkê Dêr Sewan li hember 2 hezar dolar fidye berdan.

Efrîn-Mehmûd Henan piştî ku vedigere Efrînê, tê revandin

Propogandaya ku ji bo vegera Efrîniyan li warê xwe dewam dike.

Piştî ku Efrînî dighêjin cihê xwe, çete wan direvînin û li hember dayîna fidyeyan berdidin.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir Mehmûd Henan tê xepandin û dema vedigere Efrînê tê revandin.

Mehmûd Henan ji xelkê Qentera yê Mebata ye û ji bo çete mala wî lê vegerînin hezar dolarî dide çeteyên El Emşat.

Henan piştî ku ev yek kir ji aliyê çeteyan ve hate revandin.

Çete niha ji bo berdana Mehmûd 3 hezar dolar fidye ji malbata wî dixwazin.

Koçberên jin ên Efrînê: Ewlehiya ENKS ê îdia dike dûrî rastiyê ye

Back to top button