Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî şerê navxweyî yê PDK’ê eşkere dike

PDK Başûrê Kurdistanê kiriye navendekeke gendelî û pêk anîna berjiwendiyên xwe.
Ev yek bi rêya daxuyaniyên wan yên li dijber hev diyar dibe.

Berpirsê Pêşniyarên Navneteweyî yê Başûrê Kurdistanê Dîndar Zêbarî berî demekî ragihandibû ku dadgeha Başûr serbixwe ye, lê Nêçîrvan Berzanî berovajî vê yekê got.

Nêçîrvan Barzanî di merasîmeke sondxwarina mezûnên sala 4’an a Peymangeha Dadweriyê de di axaftinê xwe de li xwe mikur hat û got:

“Dadgeh dibin zextên siyasî de ne û desthilata dadweriyê bi astengî û pirsgirêkên mezin re rû bi rûne.”

Axaftinên Nêçîrvan Barzanî û Dîndar Zêbarî ku li ser milê Mesrur Barzanî tê dîtin, bi temamî li dijî hev in.

Ev jî derdixe holê ku şer û nakokiyên navxweyî yên nava PDK’ê û di nava her du Barzaniyên pismamê hev Nêçîrvan û Mesrur Barzanî de gihiştiye asta herî jor.

Back to top button