Reqa-Ji bo malbata şehîd Azadî Stêrk sersaxî hat xwestin

Şêniyên Reqayê sersaxî ji malbata gerîlaya HPG’ê Sîham Bozan (Azadî Stêrk) re xwest.

Gerîlayê HPG’ê Sîham Bozan (Azadî Stêrk), 1’ê Tîrmeha 2023’an Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Reqa, tevî saziyên sivîl û leşkerî herikîn bin konê sersaxiyê.

Di bin kon de endamê Saziya Kar û Barên Olî Elî Salih axivî û got:

Şehîd zinîd ne û namirin, nabe em li ser şehîdan bigrîn.

Apê şehîd Azadî Stêrk, Osman Bozan jî soz da ku ew ê xeta şehîdan bişopînin û destkeftiyên wan biparêzin.

Back to top button