HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN JI BO CEJNA QURBANÊ BIRYAR DERXISTIN

Ji bo parastina ewlehî û aştiya şêniyan di rojên cejna Qurbanê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek biryar derxistin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê cejina Qurbanê li tevahiya gelên herêmê pîroz kir û ev biryar weşandin:

1-Qedexeye ku erebeyên bi mezinahiyên ( navîn û mezin) ji saet 11 ji êvara roja şemiyê dîroka 10.08.2019’an; heta saet 11 êvara roja sêşemê dîrok 13.08.2019’an.

2-Qedexeye gera motorsiklêtan bi hemû cureyên xwe heta yên leşkerî jî ji saet 8’ê sibeha roja şemiyê ya 10.08.2019’an heta berêvara roja çarşemê saet 15’an 14.08.2019’an.

3- Derbarê dergehên taybet ên derbasbûna erebeyan û daneyan bi hemû cureyan ji saet 8’ê sibeha roja şemiyê ya 10.08.2019’an heta saet 15’an berêvarê roja sêşemê 13.08.2019’an tên rawestandin.

4- Qedexeye gule ji hêla tevahî leşker, hêzên ewlehî û şêniyan ve bên avêtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina ewlehî û aştiya şêniyan di rojên cejna Qurbanê bang li şêniyan kir ku van biryaran pêk bînin.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button