KJK’ê têkildarî şehadeta gerîla Raperîn Amed peyamek weşand

Koordînasyona KJK’ê gerîla Raperîn Amed bi bîr anî û got, “Hevala me Raperîn bi bawerî, daxwaz û biryardarî xebitî û encamên gelekî girîng afirand, em ê li ser xeta wê sedsala 21’an bikin şoreşa jinê”.

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê Şehîd Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) bi bîranî.

KJK’ê teqez kir ku Hevrê Raperîn Amed hevrêyek ku xeta azadiyê ya jinê di şexsê xwe de bi rengê herî sade, kûr û şareza temsîl kir.

KJK: Raperîn bi dil û can têkoşiya

Hevala me Raperîn yek ji kadroyên pêşeng ên jinê yên bijarte bû di nava tevgera me ya azadiyê de.

Li pêşberî eleqe, ked û karê perwerdê yê Rêberê me ji bo jinan dikir, xwe timî deyndar didît û li ser vê bingehê di têkoşîna şoreşgerî de hewl da bibe hevrêyeke rast û têrker a Rêberê me.

KJK’ê diyar kir ku hevrê Raperîn li çar aliyên Kurdistanê, li Ewropayê ji bo zanekirina Û Îdebûna gelê me gelekî kar kir û wiha domand:

Hevrê Raperîn di avakirina sîstema me ya konfederal a demokratîk de ji bo pêşvebirina sîstema me ya jinê bi aql, hest, sekin û pîvanê jinê, pêşengî kir.

KJK: Em ê li ser xeta Raperîn sedsala 21’an bikin şoreşa jinê

Di dewama daxuyaniyê de KJK’ê got:

Di çalakiyên îsal de yên 8’ê Adarê divê hevala me Raperîn Amed bê bîranîn û rol û mîsyona wê ya li nava têkoşîna me bê nirxandin.

Em soza xwe dubare dikin ku ji bo bîranîna şehîdan karên xwe yên ji bo afirandina modela neteweya demokratîk, konfederalîzma jinê ya demokratîk hîn bi xurtî bimeşînin, mayinde bikin û sedsala 21’ê bikin şoreşa jinê.

Kongra Star bi daxuyaniyekê şehîd Raperîn Amed bi bîr anî

Back to top button