Mezlûm Ebdî salvegera 8’an a damezirandina Meclisa Leşkerî ya Suryanî pîroz kir

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi peyamekê salvegera damezirandina Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya di bin sîwana QSD’ê de pîroz kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi peyamekê ku li ser hesabê xwe yê twîtterê weşandiye salvegera 8’an a damezirandina Meclisa Leşkerî ya Suryanî pîroz kir.

Peyama Mezlûm Ebdî wiha ye: “Em salvegera 8’emîn a damezirandina Meclisa Leşkerî ya Suryanî  ku wekî îro 8’ê Çilaya 2013’an de hate avakirin pîroz dikin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî pêkhateyekî damezîrer ê Hêzên Sûriya Demokratîk e, bi armanca pêkanîna ewlehiyê û rizgarkirina bakur û rojhilatê Sûriyê beşdarî gelek eniyên şer bû.

Em heval û şehîdên Meclisa Leşkerî ya Suryan ên leheng silav dikin.”

Back to top button