Çeteyekî DAIŞ’ê li kampa Holê hat kuştin

Li kampa Holê çeteyekî DAIŞ’ê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Di encamê de şer ket. Çeteyê ku êriş kir xwe teqand.

Li gorî ajansa ANHA”ê, endamekî şaneyên DAIŞ’ê ku li kampê sûcên kuştinê pêk dianî hate kuştin.

Li ser îsbatên ku endamekî şaneyên DAIŞ’ê li bêşê 4’an a kampê sûcên kuştinê pêk tîne, Hêzên Ewlekariya Hundirîn çalakiyeke girtina serde beşê 4’an li kampê pêk anîn.

Çeteyê DAIŞ’ê gule li hêzên ewlekariyê reşandin û di navbera herdu aliyan de şer derket.

Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û yek din jî birîndar bû.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku çete piştî ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate dorpêçkirin xwe teqand.

Piştî bûyera kuştina serokê melisa sûrî Hemed Salih Hedîd (Ebû Ehmed El-Şemerî) û birîndarbûna kurê wî  roja Înê ya di êrişa ji aliyê kesên ne nas ve li kampa Holê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di seferberiyê de ne.

Di demên dawî de bûyerên kuştinê li kampa Holê zêde bûne, di 3 rojên dawî de 7 kes hatin kuştin.

Back to top button