KCK’ê Cejna Qurbanê li tevahiya alema Misilman pîroz kir û bang li her kesî kir ku mîna her cejnê serdana şehîdgehan bikin û bi malbatên şehîdan re di nava hevgirtinê de bin her wiha li dijî êrîşên înkar û qirkerinê têkoşînê bikin .
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyekê cejna qurbanê li tevahiya alema Misilman pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî û edaletê .
Daxuyaniya Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê wiha ye:
“Em weke tevger Cejna Qurbanê li gelên Misilman pîroz dikin, em hêvî dikin cejin bibe wesîleya xurtkirina dostanî, hevgirtin û mezinkirina têkoşîna azadiyê.”
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Cejin ew roj e ku aştî pêk tê, hevgirtin xurt dibe ,di heman demê de cejn çanda têkoşîna li dijî zalimane.
KCK: Divê em li dijî Îslam-Tirk têbikoşin
KCK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser bikaranîna olê ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê û got:
” Dewleta tirk bi hişmendiya îslam-tirk her roj kurdan qirdike, tecrîd dike, cih û warên wan talan dike.
Bi boneya cejnê, pêwîste li dijî êrîşên qirkirinê hemû gelên xwedî wijdan ên Rojhilata Navîn ji bo aştî û yekîtiya gelan têbikoşin.
Bawermendên ku rastiyê dibînin divê li dijî îslamiyeta netewperest rabin
Em dixwazin diyar bikin ku têkoşîna misilmanên Tirk a li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê wê bi qasî îbadetê xêr be.”
KCK: Em ê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
KCK’ê daxwaz ji gel kir ku weke her cejnê serdana goristanên şehîdan bikin .
KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî, û soza ku têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin da.