HDP û Partiya Çep a Kesk Cejna Qurbane pîroz kir

Hevserokên Giştî yên HDP û Berdevkên Partiya Çep a Kesk jî Cejna Qurbanê pîroz kirin û hêvî kirin ku Cejna Qurbanê wekhevî, azadî û aşitiyê bîne.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Berdevkên Partiya Çep a Kesk bi munasebeta Cejna Qurbanê peyamek parve kirin û cejna gelan pîroz kirin.

Di peyama de wiha hat gotin:

“Mixabin di bin siya pirsgirêkên civakî, aborî, siyasî, xizanî, newekhevî, êrişên li ser gelê kurd û gelên din de em Cejna Qurbanê pêşwazî dikin.

Lê belê em dikarin wateya rast a cejnê bijîn.

Em dikarin piştevanî, parvekirin û azadiya, xwe dispêre ser esasên hebûna civakî ji nû de biafirînin.

Jiyaneke azad, ji mêtingeriyê dûr û bê şer a em xeyalên wê dikin hinceta me ya têkoşînê ye.

Bi vê munasebetê em hêvî dikin Cejna Qurbanê bi xwe re wekhevî, azadî û aştiyê bîne.

Em cejna gelê xwe û yên li Rojhilata Navîn pîroz dikin.”

Back to top button