Serokwezîrê demkî yê Tûnisê Hîşam El-Mişêşî, kabîneya xwe ya hikumetê radighîne.
Tê payîn îro El-Mişêşî vê kabîneya ku wê ji 23 wezîrên serbixwe pêk were, pêşkêş bike.
Li gorî ragihandina Tûnisê, partiya El-Teyar El-Dîmuqratî biryar daye ku baweriyê nede hikumeta Mişêsî.
Lê meclisa niştimanî ya tevgera gel wê baweriyê bide vê hikumetê û ji bo şopandina bernameya hikumetê, navenda xwe ya siyasî erkdar kiriye.
Di demeke wisa de ku rê li pêş tevgera Nehda ya Ixwanî teng bûye, serokê tevgera Ixwanî Raşid El-Xenûşî, ji bo veguherandina raya giştî, banga guhertina pergala hilbijartinan li welêt kir.
Parlementerê Tûnisî Fêsel El-Tibênî diyar kir ku, Serokê Parlemanê El-Xenûşî, dixwaze bi vê yekê nîşan bide ku hêza Tevgera Nehda mîna berê xurt e, lê eger Parleman hat jihevxistin û hilbijartin jinûve hatin lidarxistin, Nehda bêhtirî 15 kursiyan bi dest naxîne.